Polîtîk

Serokê berê yê Ülkü Ocakları: “Kurd beriya me li ser van axan bûn”

Serokê berê yê Ülkü Ocakları Alaattin Aldemir pirsên Rojnameger Nevşîn Mengü yên ji DW Tirkî bersivand. Aldemîr di daxuyaniya xwe ya li ser pirsgirêka Kurd de ev gotin bi kar anîn:

“Kurd beriya me li van xakan bûn.

PKK ne avahiyeke ku pirsgirêka Kurd diafirîne ye, ji ber ku pirsgirêka Kurd heye û PKK bû encama wê. Ger em nikaribin rast teşhîs bikin, em nikarin dermankirina rast bidin. Hûn nikarin aspirin bidin nexweşek bi penceşêrê. Pêşniyara min a tedawiyê ew e ku rûnin, aştiyê pêk bînin û bibin welatiyên wekhev.”

ALAATTÎN ALDEMÎR KÎ YE?

Alaattîn Aldemîrê kurê Bîlal Aldemîr di sala 1992an de bû Serokê Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan. Di kovarên Ocak û Ülkü Ocağı de Koordînatoriya Giştî kiriye.

Weqfa Perwerde û Çandê ya Ülkü Ocakları ava kir û Serokatiya Damezrîner kir. Ji bo damezrandina Federasyona Cîhanî ya Tirkan li Ewropayê xebitî. Di rojnameya Hergün de berpirsiyarîya Karên Nivîsan jî kir. Di navbera salên 2002 û 2010’an de dema ku li Enqereyê Keçiorena jiyana xwe ya bazirganiyê berdewam kir, Komeleya Karsazên Demokratîk ava kir û xebatên rêxistinkirina komeleyê berdewam kir.

Back to top button