Civak

Ozdagê faşîst li himber navê Şêx Seîd bertek nîşan da

Li Diyarbekirê ji bo hesanîkirina hatinçûnê reyek nû vekirin û navê vê rêyê Bulvara Şûx Seid e. Di derbarê vekirina rê de şeredariya Diyarbekirê daxûyaniyek ragihand û got: “Em bi rêya xwe ya nû qîmeta Amedê zêde dikin, ev jî dê herikîna trafîkê ya bajarê me gelekî sivik bike. “Me dest bi çêkirina Bulvara Şeyh Saît a 12 kîlometre dirêjahî û firehiya wê 50 metre kir, ku dê rêya Farqînê bi rêya Elezîzê ve girêbide.”

Piştî vê daxuyaniyê Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag bertek nîşanî ku navê Şeyh Saît li bulvarê hatiye dayîn da û wiha got: Dema wext hat em ê navê wê bulvarê biguherin  bi navê Ziya Gokalp ê mêrxas ê Amedê lê bikin.

Ozdag berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Ji bo şaredariya Amedê qeyûm hat tayînkirin. Niha jî qeyûm li Amedê Bulvara Şeyh Saît ava dike. Kîjan dewletê navê bulvara ku li bajarê ku lê hatiye darvekirin, li ser xayînekî ku li dijî wê serî hilda, bi sedan efser, karbidestên leşkerî û sivîl qetil kir û di dawiyê de cezayê darvekirinê lê hat birîn, lê kir? Ger hûn Bulvara Şêx Saît ava bikin, we çima qeyûm tayîn kir? HDP dê Bulvara Şêx Saît jî çêbike. Hûn wiya berdewam dikin. “Dema wext hat em ê navê wê bulvarê bi navê Ziya Gokalp ê lehengê Diyarbekirê lê bikin.”

Back to top button