Qeyûmê Amedê tabelaya bi Kurdî rakir

Qeyûmê Şaredariya Bismilê tabelaya bi Kurdî ya “Hûn bi xêr hatin” li ketina navçeya Seletê rakir û li şûna wê tabelayek bi Tirkî danî.
Qeyûmê Şaredariya navçeya Bismil ya Diyarbekirê, tabelaya Kurdî ya ku li ser “Hûn bi xêr hatin” hatibû nivîsandin û di ketina taxa Selet a navçeyê de hatibû daçikandin rakir û li şûna wê tabelaya bi Tirkî daçikand.
Tabela “Selet” û “Seleta jor” ku bi Kurdî jî dihatin nivîsandin, hatin rakirin û li şûna wan tabelayên “Selata Jorîn” û “Aşağı Salat” hatin danîn.
Di serdema Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya sala 2015an de li taxa ku berî Qanûna Bajarê Mezin bajarok bû, tabelaya “Hûn bi xêr hatin” hat daçikandin.
Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ku ji wezîfeyê hat girtin û qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, bertek nîşanî rakirina tabelayên Kurdî da.