Li Helebçe herî kêm 20 birîndar hene
Li navçeya Helebçe ya Silêmaniyê, di encama pevçûna navbera hêzên polîs û xwepêşandêran de, herî kêm 20 kes birîndar bûn. Di nav birîndaran de, polîs jî hene.
Li gorî agahiyên peyamnêrê AKnewsê, li Helebçeyê, îro, di encama pevçûna navbera polîs û xwepêşandêran de, 20 kes birîndar bûn.
Her wiha, hewlên kesayetên olî û rewşenbîr bo aramkirina rewşê didomin.
Berpirsê Navenda Tenduristiyê yê Helebçe Adil Kerîm, ji AKnewsê re got, di bûyerên îro de, heta niha 20 kes birîndar bûne ku di nav de, polîs jî hene.
Kerîm, diyar kir, rewşa birîndaran baş e û hemû bo nexweşxaneyê hatine şandin.
Yek ji şahidên bûyerê got, piştî ku berpirsên xwepêşandanê diyar kirin ku xwepêşandan bê dawî bûye, hinek xwepêşandêr ber bi avahiya PDKê ya navçeyê ve meşiyan û bi keviran êriş birin ser avahiyê, lewre teqe hat kirin.
Li Helebçeyê, îro xwepêşandanek bi mebesta piştgiriya xwepêşandanên Silêmaniyê hatibû lidarxisitn.