Li Helebçe êrîşe baregehê PDK-ê kirin

Li gora hatî kifşkirin berê xwepêşanderan nivîsgeha parlementoya  herêma Kurdistanê ya li Helebçe û qaymeqamîya Helebçe bû. Wê li wêderê xwepêşandan pêkbihata.

Belê xwepêşanderan berê xwe dan baregeha liqa 12-ê ya Partîya Demokrata Kurdistanê û mamostayên oldar jî dixwazin, ku xwepêşander dev ji xwepêşandanê berdin û biçin malên xwe.

Belê xwepêşandan hîna jî berdewam e û hevwelatîyên xwepêşander heta niha bi gotina mamostayên ayînî (oldarî) nekirine.

Nûçe: Cemîl Şemêranî / Helebçe

Nerîna min :