Îroj

23'ê Reşemî

23’ê Reşemî

Di sala 1988’an û di rojekî wekê îroyê de hêzên xwînxwar yên Ba’asê li dijî xelkê Kurd komkujiya Enfalê da destpêkirin.

Enfal navê komkujiyeke li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya El-Enfalê digire.

A rastî Enfal ne navê yek qetlîamek lê navê rêze-tevkujiyan e. Pêla dawî ya Enfalê di 23’ê reşemiyê 1988’î de li dijî hêzên YNKê li Silêmaniye destpêdike. Li Dola Caf (Cafetî) tevkujî tê destpêkirin û di 6’ê sermaweza sala 1988’an de li Zaxoyê bidawî dibe. Ji Zaxoyê heya Çiyayê Hemrînê ti wargehekî Kurdan nayê hîştin. Dîsa Qeladizê, Şivan, Axçeler hwd gelek navçe tên rûxandin. Gelên li vir tên kuştin û hinek ji wan jî direvin Îran an Kurdistana di bin dagirkeriya Tirkiyeyê. Gelek jî dîl tê girtin û di kampên tunekirinê de tên komkirin.

Gorî statîstîkên navneteweyî li dora 182.000 Kurd hatine windakirin. Îro hinek ji wan windayiyan di goristanên giştî de tên dîtin. Dîsa hatiye tesbîtkirin ku pirraniya Kurdan bi saxî hatine binerdkirin. Keç û jinên Kurdan bo şêxên dewlemend ên Ereb dihatibûne veqetandin, qismekê wan bo fihûşê dibiribûne Misir (Egîpt) an Tirkiyê. Piştî têkçûna sazûmaniya Baas li seranser Iraqê, gelek kom-goristanên qurbaniyan hatine dîtin û li ser wan lêkolîn hatine kirin.

Lawên Kurd ji bo perwerdeya leşkerî dibiribûne kampan û bi navê “Lawên Saddam” binavdikiribûne. Rejîma Baas di sala 1983’î de 8.000 mêrên eşîra Barzanî dîl digire û dikuje. Bi deh hezaran Kurdên Feylî herwiha dikuje û bi programa Enfalê jî dixwaze vîna gelê Kurd ji holê rabike.

Back to top button