Polîtîk

Li gora yasayên Tirkiye Kurdistan qedexeye

Hinek karsazazan li Diyarbekirê xwestin dezgehekî yê Karsazên Kurtdistanê ava bikin.

Bi nave Komeleya Karsaz û Pêşesazên Kurdistanê komeleyek ava kirin û serî li hukumetê dan.

Lê ji polîsên Diyarbekirê ji beşê komeleyan nivîsek ji wanre hat û di vê nivîsê de Polis dide xuyakirin ku, nabê nave Kurdistanê bête karanîn. Ev li gora destûra Tirkiye qedexeye. Polisan daxwaz ji damezerê Komeleyê kir ku ew nave Kurdistanê rakin.

Eger navî Kurdistanê neyê rakirin, dê di derbarê kesên ku komele avakirîn de doz bête vekirin.

Sekreterê Komeleyê Huseyîn Bardakçi li ser vê yekê daxuyaniyek da û got: Em nave Kurdistanê ranakin. Emê tekoşîna xwe ya hukukî bidin.

Wek tê zanîn cara yekem Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdisdtanê bi navê Kurdistanê komeleyek vekirin û heta niha jî di derbarê wan de doz berdewam e.

Back to top button