Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wek serokê desteya danûstandina PDKê bo pêkanîna hikûmetê ligel şanda danûstandina Tevgera Goran û YNKê civiya. Nêçîrvan Barzanî ragihand ku bi wan ne xweş e ku pêkanîna hikûmetê bi vî awayî be, lê dixwaze ev derengketin derencama vê yekê be ku yekrêziyek di navbera aliyan de dirust bibe û hikûmeta yekrêzî ya niştimanî pêk bê. Piştî vê civînê Nêçîrvan Barzanî bersiva çend pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê dan.

Rûdaw: Piştî civîna we ligel Tevgera Goran hûn gihiştin çi encamê?

Nêçîrvan Barzanî: Yekem car civîna me ligel Goran bû. Piştre me civîn ligel YNKê kir. Bêguman pirsa sereke pirsa hikûmetê ye. Yekem tiştê ku eşkere ye, ewe ku ev hikûmet gellekî dereng ket. Bi rastî diviyabû zûtir pêkbihata. Lê bi nêrîna me, bi taybetî ya PDKê, bi me xweş e ku encama derengketina vê kabîneyê ew be ku em karibin hikûmetekê pêk bînin ku em hemû alî hevgirtî bin û bi hevre hikûmetê pêkbînin. Her di vê çarçoveyê de jî ligel biraderên Goran û piştre ligel biraderên YNKê em civiyan. Niha em bêjin em gihiştine awayê dawî û peymanê, na, heta niha em negihiştine formeke dawî. Em ligel biraderên Yekgirtû û ligel Komeleya Îslamî jî dicivin. Piştî wê bêguman li ber çavê me zelaltir dibe ji bo pêkanîna kabîneya heştem. Nêrîna serkirdayetiya PDKê ewe ku divê hewl bê dayîn ku ev hikûmet di zûtirîn demê de pêk bê.

We ligel Goran behsa wezareta pêşmergeyan kir, ev bo Goran çareser bû?

Erê me ligel Goran behsa wezareta pêşmerge kir. Me behsa wezaretên din jî kiriye. Li gor me wek PDKê, ti hêla me ya sor derbarê wezaretan de nine, ji çi aliyekî ji aliyan re be, çi YNK, çi Goran û çi aliyên din.

Tevgera Goran dibêje eger pêşmergeyên hêza 70yî ya YNKê û 80yî ya PDKê ne ligel bin, ew wezaretê wernagire. Bersiva we çi ye?

Yekkirina herdu hêzên 70 û 80yî yek ji erkên sereke yên wî kesî ye ku dibe wezîrê pêşmergeyan. Vêce ev wezîr ji çi alî be, divê yekem karê wî ew be ku hêzên 70yî û 80yî bike yek û bibin hêza pêşmergeyên Kurdistanê. Divê ev karê yekem ê wî wezîrî be ku dibe wezîrê pêşmergeyan.

Baweriya PDK bi tevgera Goran heye?

Nizanim mebesta te bi baweriyê çi ye. Ev siyaset e û em herdu alî bi siyasetkirinê mijûl in. Tiştê ji me re girîng ewe ku me hemû hewl dane û em di vê demê de gellekî pişûdirêj jî bûn, da ku Goran û aliyên din di hikûmeta Herêma Kurdistanê de beşdar bin. Di nêrîna min de ev pişûdirêjiya PDKê ligel hemû aliyan divê wiha bê wergirtin ku bi rastî ji hestkirina bi berpirsyariyê û ji wê ye ku PDK baweriya wê bi wê heye û baweriya wê bi aliyên din jî heye, ku divê bi hevre dirêjiyê bidin vê proseyê, vêce ev alî çi YNK, çi Tevgera Goran, çi Yekgirtûya Îslamî, çi Komeleya Îslamî û aliyên din jî bin.

Hûn ligel YNKê gihiştin ti biryarê, ku di hikûmetê de beşdar bin?

Ew bijardeyên li ber me bûn me diyar kirin û me doz kir ku bi zûtirîn demê de bersivê bidin. Em çaverêya wê yekê dikin ku YNK di van du rojan de bersiva me bide.

Eger bersiva wan ew be ku yan wezareta hundirû yan wezareta pêşmergeyan divê ji bo YNKê be, eger na ew di hikûmetê de başdar nabin. Hingê bersiva we çi ye?

Bi ti awayî em pêkanîna hikûmetê dereng naxin û nêrîna me ewe ku hikûmet dereng nekeve û tiştê ji me re girîng ewe ku hemû alî hest bi wê yekê bikin ku di proseyê de ne. Bila nekeve bala aliyekî û hest jî neke ku di vê meseleyê de xesirî ye. Li cem me ya girîng ev e. Helbet em hemû hewlên xwe didin, da ku hemû alî di hikûmetê de beşdar bin û ew hestê wan hebe ku di vê proseyê de serketî ne. Êdî di encamê de divê çi wezaretê wergirin, ew dimîne li ser wan danûstandinên ku niha dikin.

Çend rojên din hikûmet pêk tê?

Em hêvîdar in di zûtirîn demê de ev hikûmet pêk bê. Lê nikarim bêjim di filan rojê de, yan di vê demê de pêk tê. Lê hêvîdar im em karibin di zûtirîn demê de hikûmetê pêk bînin. Cenabê serokê Herêma Kurdistanê ciddî ye di vê yekê de ku divê hemû hewl bên dan, da ku hikûmet zû pêk bê.

Di vê demê de Amerîka û Îranê hewl dan ku bi roleke navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de rabin, da ku pirsa budceyê çareser bibe. Ev hewl gihiştine kû derê?

Di destpêkirina pirsa budceyê de, ji bo ku em niyazpakiya hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşanî hemû aliyan bikin, me doz kir ku em amade ne rojane 100 hezar bermîl petrol bêyî merc bidin Iraqê, di rêya Somo re bifiroşe. Li kêleka vê jî em hewl bidin demeke dirêj bidin danûstandinê ligel Bexdayê, da ku em bigihijin encamekê li ser tevaya proseya hinardina petrolê. Em amade bûn ku 01.04.2014ê vê petrolê bişînin derve, lê borî şikestin. Mixabin li gellek deveran karên teroristî bûn û borî şikestin. Niha em ligel Bexdayê mijûlên dîtina rêyekê ne ku em karibin vî 100 hezar bermîlî, ku me soz daye wek niyazpakiya hikûmeta Herêma Kuridstanê bidin xuyanê, em bişînin. Lê tiştê girîng heta niha budceya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê nehatiye şandin û me pêşî jî got û em dubare jî dikin, pirsa karta budceyê û birrîna qûtê xelkê, mûçeyê xelkê bi nêrîna me karekî gellekî ne li cih e, ku ji aliyê Bexdayê ve dibe û em hêvîdar in Bexda di vê yekê de têbigihije ku ev bi ti awayî ne guncawî qebûlkirinê ye ji aliyên hikûmeta Herêma Kurdistanê ve û eger em dixwazin Iraqeke yekbûyî, Iraqeke xweşguzer ji bo hemû xelkên Iraqê hebe, nabe karta budceyê wek guşarekê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarbîne.

Zanyariya me heye ku di van çend rojan de hûn li Tirkiyê bûn. Ev serdan ji bo çi bû û encama wê çi bû?

Na. Zanyariya we ne rast e. Hêj neçûme.

Di dema kampanyaya hilbijartina Kurdistanê de we ragihand ku eger petrola Kurdistanê bê firotin, beşek ji dahatê yekser digihije welatiyan. Niha jî hûn li ser vê sozê ne?

Heta niha em li ser vê soza xwe ne. Lê heta niha bi kirdarî me nikarîbû bigihijin vê qonaxê. Pirsa petrolê ne ewqasî hêsan e. Pişûdirêjiyê dixwaze û bêhnfirehiyê dixwaze. Lê em bi pêşerojê geşbîn in û bi serketina vê siyaseta ku me li hikûmeta Herêma Kurdistanê daye ber xwe. Bêguman eger proseya firotina petrolê destpêkir, siyaseta me her wan diruşman divê û wan sozan divê, ku berê me dane xelkên Kurdistanê û em dibin pabendên sozên xwe.

Wate, eger petrol hat firotin, beşek ji dahata wê ji bo bêrîka xelkê ye?

Erê, ji bo bêrîka welatiyên Herêma Kurdistanê ye.

Hewlêr (Rûdaw)

 

 

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: