Polîtîk

Pîrozbahî bo Damezrandina PDK-S

Demek dirêj e Sûrî tevlîhev e. Di destpêkê de li aliyeke Beşar Esad, li aliyê din jî Artşa Azad û Birayên Misliman hebûn.

Pêşiyê li Başûrê rojavayê Kurdistanê tiştek tune bû û her du alî jî nedixwestin Kurdan bigrin hemberê xwe. Lê di nav demê de PYD û rêxistinên terorî yên girêdayî El Qaîde li wan her du aliyan zêde bûn. Şer hat bajarên Kurdan. Derfeteke dîrokî ji bo Kurdan peyda bûbû lê Kurd nikaribûn vê derfetê bikarbînin.

Di nav dema borî de me dît ku helwesta mihalîfan a li hember Kurdan jî ji helwesta rejimê ne cudatir e. Hewce bû Kurd bêyî ku pişta xwe bidin aliyeke, bi siyaseteke netewî tevbigerin û vê derfetê ji dest bernedin. Lê mixabin ji ber helwesta PYDê û ji ber ji hev cudabûna hêzên din, Kurdên welatparêz û xwedî hêstên netewî nikaribûn tesîreke erênî li pêvajoyê bikin.

Di demeke wiha de 4 partiyên Kurdan, li ser xeta Kurdistanî yekîtiya xwe pêk anîn. Ev mijareke girîng e û ji bo paşeroja başûrê rojavayê Kurdistanê hêviyeke.

Em wek Tevgera Ciwanên Kurdistanê damezrandina PDK-S wek gaveke erênî dinirxînin û Qadroyên wî pîroz dikin.

Em hêvîdarin ku pêşengên PDK-S, bi her awayî ji miletê xwe re bibin mînak, biçin di nav miletê xwe de xebatên xwe bikin û birêxistinbûna xwe xurt bikin û xeyalên me teva ya azadiya başûrê rojavayê Kurdistanê pêk bînin.

Bi van hêvî û daxwazan careke din qadroyên PDK-S pîroz dikin, di xebatên wan de serkeftinê dixwazin û diyar dikin ku em piştgirê doza netewî ya Kurdên baûrê rojavayê Kurdistanê ne.

Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Back to top button