PolîtîkRojev

Li gor yasaya nû ya hilbijartinê dengê Kurdan belav dibe

Rênas Cano Endamê berê yê Parlemena Iraqê di derbarê rewşa Iraq û pirsa hilbijartinên pêşwext ya Iraqê ragihand rewşa Iraqê niha gelek dijware. Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Iraqê li bin guvaşa xwepêşanderan hatiye ser hikûm û gelek ji yasa û rêsayan jî li ser wê bingehê hatine pejirandin.

Her wiha li ser pirsa hilbijartinên pêşwext Rênas Cano da zanîn ku her aliyeke siyasî berjewendî û armanc û nêrîna xwe heye li ser yasaya hilbijartinê û kar li ser dike. Serkirdayetiya Kurd herdem li gel hilbijartinê ye û qed dijayetiya wê nake. Lê belê xalek heye ku çawa û bi çi hengavek ev prose birêve diçe. Ji ber ku li gor yasaya nû dengê Kurd pert û belav dibê her wiha têgihiştina li navbera Kurd û aliyên din zêdetir dûr dikevê.

Cano got: Kurd herdem roleke girîng li proseya siyasiya Iraqê de hebûye. Sernekeftina hemû Serok Wezîran ewe bûye ku nekarîne wekî pêwîst muamele li gel Herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button