Polîtîk

PKK dijî peymana HSD û Amerîkaye

Hevserokê Desteya Birêveberiya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) radigihîne, nefta Sûriye ya hemû gelên wî welatiye û “nabê hinek kes bên û vê serwetê bikin yê xwe”.

Cemîl Bayik Hevserokê Desteya Birêveberê KCK li hevpeyvîneke li gel kanala partiya xwe de got: “Em ji ragihandinê van tiştan dibihîsin. Li bingehê de nizanîn eve çiye û çawaye. Tê gotin li gel wêstgeheke neftê peyman hatiye îmza kirin. Hikûmeta Sûriye jî li daxuyaniyek da û ragihand “Ew qebul nakin. Eve ne wekheviye, nefta me tê dizîn”, ewê em dizanîn Sûriye li rûyê navdewletî ve tenê rêxistineke navdewletiye qebul dike, wate wekî desthilat û dewlet. Her serwetek li ser zevî û bin zevî axa Suriyê heye, yê hemû gelên Sûriyê ye, tenê yê hinek kesan nîne. Nabê hinek kes bên û vê serwetê bikin ya xwe. Me berê jî gotibû, niha jî dibêjîn”.

Her wiha Bayik dibêje: “Xwebirêveberiya Bakûr û Rojhilatê Sûriye jî berê gotibû ev neft û hemû serweta ser zevî û bin zeviya Sûriye, ya hemû gelên Suriyê ye. Ji hemûyan rasttir her eveye. Ev peymanên ku li gel wêstgehên neftê hatine wajo kirin, heta çend li vê çarçêweyê daye, em nizanîn. Lê belê divê bi vî awayî bê. Wate îro ku li Sûriye hinek kêşeyên aborî heye, li ser Bakûrê Sûriye jî eger ev kêşe li ber çav bêne girtin û li vê çarçêweyê da rêkeftin wajo bikin, em tiştek nabêjîn, lê belê eger bi vî awayî nebê, divê mirov helwestê li ser bike”.

Heta niha Tirkiye, Sûriye, Rûsya û PKK li dijî vê peymana neftê ya Rojavayê Kurdistanê derketine ku rastiyê de ev peyman ji bo aramiya Rojavayê Kurdistanê pengaveke gelek girînge û wê bibe sedema wê yekê ku li Rojavayê Kurdistanê jî kiyaneke navdewletî werbigre.

Back to top button