Polîtîk

Yehya Resul: Me li gel hêza Pêşmerge lihevkir

Fermandeyekê pile ‌bilindê serbazî yê Iraqê eşkerekir, guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda di derbarê hevkariya nûçeyên li navçeyên Kurdistaniyên derveyê Herêma Kurdistanê “Navçeyên Kurdistaniyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê” li hevkirine ku terorê ji nav bibin, bi taybetî li tixûbên parêzgeha Diyale û Kerkûk.

Li daxuyaniyeke rojnamevaniyê da Yehya Resul Peyvdarê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê got: Civîn û hevdû têgihiştina emnî ya hevbeş li navbera fermandeya operasyonên hevbeşên Iraq û hêzên Pêşmerge heye.

Her wiha got: Ew li hevkirin zêdetir taybete bi hevkarî û hemahengiya di derbarê encamdana kirdara serbazî ya hevbeş li wan navçeyên guman tê kirin, hêzên veşartiyê rêxistina Da’îş têda hebê, ji bilî wê danustandina zanyariyên îstîxbaratî û hewalgirî yên li warê rûbirûbûna terorê û gefên emnî, her wiha wê peywendî bi kontrolkirina tixûban ve heye, bo ku rêgiriyê li derbaskirina çekdarên terorîstên li welatên hevtixûbên li gel Iraqê bê kirin.

Yehya Resul behsa ewe kiriye, li hevkirina di navbera Hewlêr û Bexda bûne sedema wê yekê ku navenda hemahengiya hevbeş ya li navbera her du aliyan pêkbê ku ji hejmarek efser û fermandeyên her du aliyan pêkhatine û armanca wê jî ji bo eweye ku valahiya emnî li navbera parêzgehên “Herêma Kurdistanê li gel parêzgehên dinê Iraq”ê bi hevbeşî bê pir kirin.

Back to top button