Kultur

Li Florida festîvala Xort û Lawên Kurd

Li Festîvala Xort û Lawên Kurd li Amerîkayê li bajarê Miami li wîlayeta Florida bi dawî hat.

Armanca vê festîvalê ewe ku peywendiyên kulturî, civakî û perwerdeyî ye di navbera Kurdên Amerîkayê de pêş de bixin.

Festîval sê rojan berdewam bû û roja Yekşemê dawî bi karên xwe anî.

Eve sala pêncemîn e ku Festîvala Lawên Kurd li Amerîkayê berdewam dike û her sal jî li bajarekî serekî yê Amerîkayê birêve diçe.

Çalakvaneke vê festîvalê Mihemed Eruhî da zanîn ku festîvala wan bi serkeftî hatiye encamdan û ew her sal wîlayeteke dinê Amerikayê vê çalakiya xwe birêvedibin û dixwazin çanda xwe ji dûr nekevin û li xeribiyê de çanda xwe xwedî derkevin û pêşde bibin.

Back to top button