Polîtîk

Dewleta Kurdî dadimezrê û divê Washington jî piştgîriyê lê bike

Medyayên cîhanî bi girîngiyê ve behsa pêşketina Herêma Kurdistanê ya li van salên derbasbûyî de dikin û kovara Pittsburgh Post-Gazette ya Amerîkî jî dinivîse dewleta Kurdî dadimezrê û divê Washington jî piştgîriyê lê bike. 

Kovara “Pittsburgh Post-Gazette” ya Amerîka raporekî di derbarê Kurdistanê de belav kiriye û balkişandiye li ser wê yekê ku guhertinên li Rojhilata Navîn li berjewendiya gelê Kurd de bi dawî dibe. 

Her wiha Kovar dibêje li van demên derbasbûyî de çendîn guhertin herêmê û Rojhilata Navîn pêkhatine û tevahiya pêşhatan jî wê yekê nîşan didin ku gelê Kurd nêzîkî bi destxistina armancên xwe ye û wiha mijule ku dibe xwedî dewleteke serbixwe. 

Li beşekî dinê raporê de hatiye nivîsin li piştî cengê yekema cîhanî axa Kurdan li ser Iraq, Îran, Suriye û Tirkiyê de hatiye dabeş kirin û Hikûmeta van welatan jî eve çendîn sale bi awayeke tund vî gelî asîmîlekirine û hemû karekî kirin ku rê nedin Kurd bi mafên xwe şad bibê. Lê belê ew guhertinên ku li van salên dawî de li Rojhilata Navîn pêkhatine û pêktên li berjewendiya gelê Kurd dane.

Her wiha kovara Pittsburgh Post-Gazette ya Amerîka nivîsiye, guhertinên xwezayiyên li demên pêş de yên li Rojhilata Navîn damezrandina dewleta serbixweya Kurdî dibê û gelek pêwîste berpirsên Amerîka jî li vê rastiyê têbigihin û bi tu awayekî jî dijayetiya damezrandina vê dewleta nû nekin. 

Back to top button