Polîtîk

Li Çemçemal zarokeke nû ji dayikbûyî avêtin derve

Zarokeke nû ji dayikbûyî li ber nexweşxaneya Tekiye ya bajaroka Çemçemal hate dîtin û peyvdarê polîsê Çemçemal jî dibêje: “Ew zarokê ku hatiye dîtin dû demjimêr li ser ji dayikbûna wî de derbas bûye”.

Her wiha Polîsê Çemçemal, ragihandiye piştî agahdarkirina polîs ya li dîtina wî zarokê du demjimêrî li ber nexweşxaneya Tekiye, mefrezeyekî polîs gihîştine cihê rûdawê wî zarokê biçûk gihandine nexweşxaneya ji dayikbûna Çemçemal.

Eve jî got ku piştî lêkolînan derket holê ku ew zarok ku bi regez kure tenê piştî dû demjimêr li ser ji dayikbunê de hatiye avêtin.

Her wiha dane zanîn ku rewşa tendirustiya wî gelek başe û dadwerê lêkolînê jî li gor maddeya 2/383 biryara destgîrkirina wan kesan derxistiye ku wî zarokê biçûk avêtine derve.

Back to top button