Polîtîk

Bi kurtî û bi Kurdî Beşikci û Pkk

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birastî piştî wan êrîş û daxuyaniyên Pkk, yên li dijî civaknasê navdar Ismail Beşikci hatin kirin, her miroveke ku bibêje; belê, ez Kurdim nikare bê rawestan û bi aramî bimîne. Ji ber wê yekê jî min xwest nêrîna xwe û helwesta xwe ya dijî Pkk û çend zaroyên Kemaliyan re binivîsim.

Êdî dema eşkerekirin û zelalkirina Pkk û siyaseta wê ya dijî netewayetî û Kurdayetiyê hatiye û derbas dibe. Çi dibe bila bibe mirov dikare carna hinek tiştan ragire an jî bihêle ji hêviya xwedê û demê ve. Lê belê dem hatiye û divê êdî Kurd li hemberî siyaseta gemara Pkk bêdeng nemîne û dengê xwe bilidtir bike.

Divê baş bête zanîn ku Pkk tu carî nebû partiyeke Kurdî û Kurdistanî, ji ber ku armanca wî ewe Kurdan ji Kurdbûnê, ji Kurdayetiyê û ji Kurdistanîbûnê dûr bixe. Ji bo vê armancê jî li gel destebirakê xwe yên Kemalî siyasetê kûr û dûr diafirîne.

Pkk tu carî nexwest xwe fêrî Kurdî bike lê belê wî bi milyonan Kurdan fêrî Tirkî kir û zarokên Kurdan ji Kurdayetiyê dûr xist.

Pkk eve 30 sale nebuye xwedî nirxeke neteweyî û baweriyeke neteweyî, lê belê gelek balkêşe ku serkokê xwe wekî serokê neteweyî bi nav dike.

Pkk tu carî nebuye xwedî projeyeke neteweyî, lê belê dixwest bibe xwedî kongreyeke neteweyî.

Hemû serkokên Pkk helwesta xwe ya dijî dewleta neteweyî bi eşkere anîne ziman û xwestine ezbenî û destebirakên xwe yên Kemalî xweşhal bikin.

Ji bo tevgerên neteweyiyên Kurdistanê ji doza neteweyî ya Kurdistanê dûr bixin, siyaseteke gelek kirêt meşandine. Dîroka wan ya kûştina Kurdperwer û welatperan dûr û dirêje.

Peyva Kurdistanê di demên dawî de hema bibêje qedexekirine û nehiştine navê Kurdistanê li rêxistinên Rojavayê Kurdistanê de bête bikaranîn. Wekî mînak PYD, HPG… ji xwe rol û karê wan jî her eveye.

Ji ber ku ew dijî Kurdayetiyê ne, li kongreyeke xwe de bi awayeke eşkere dijî kesayetiya Botanî ya Kurdperwer derketine û wî biçukxistine û li nav xwe de nirxên Kurdayetiyê mahkum kirine.

Lê divê vê carê baş bizanin ku Beşikci ne Egît e ku wî li serê çiyayekî Botanê bikujin û Beşikci ne Kanî Yilmaz e ku bikaribin bi bombeyan perçe perçe bikin, Kemaliyan û babê Kemaliyan û dewleta Kemaliyan nekarîn serê Beşikci bitewînin û biçemînin, heta milletê Kurd hebe Beşikci dê her serbilind û serfiraz bimîne…

Botan Kurdistanî

 

Back to top button