Polîtîk

Parlementer û rojnemevan xwepêşandanê dikin

Li bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê hejmarek parlamneter û rojnamevan xwepêşandek li dar xistin.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Silêmaniyê got ku îro hejmarek parlamneter û rojnamevan li ber avahiya dadgeha Silêmaniyê çalakiyeke nerazîbûnê li dar xistin.

Beşdarên wê çalakiyê dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê dosyeya kuştina Kawe Germiyanî bi cidî bigirin û piştguh nexe.

Rojnamevan Kawe Germiyanê roja 5/12/2013 li ber mala xwe li bajarokê Kelarê hat kuştin. Bi gotina polîs û dadgeha Kelarê, kujerên serekî hatine girtin û li tawana xwe mukir hatine.

Îro li bajarê Hewlêrê jî ji bo heman mebestê çalakiyeke nerazîbûnê hat lidarxistin.

Çalakiya li Hewlêrê li cadeya 60 mitirî ya bajêr destpêkiriye û dê piştre ber bi avahiya Encûmena Dadweriyê bimeşin û daxuyaniyekê ji raya giştî re bidin.

Ev çalakiyên nerazîbûnê piştî wê yekê tên ku hîn dosyeya kuştina Kawe Germiyanî nehatiye yekalîkirin û ew berpirsên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku di dosyeyê de tometbar in û fermana girtina wan derketiye, hîn ne çûne dadgehê.

Back to top button