Polîtîk

Hewramî: Helebçe ji bo Barzanî cîheke gelek taybete

Hêmin Hewramî: Serok Barzanî herdem rêz û xweşdiviyeke taybetî ji bo Helebçeya Şehîd hebûye 

Hêmin Hewramî Endamê Encûmena Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê û Berpirsê Mekteba Peywendiyên Derve li ser rûpela xwe ya taybetî ya tora civakiya facebook ê babetekî li ser bîr û ramana bi parêzgehkirina Helebçeya Şehîd belavkiriye û têde çend rastiyekî dîrokî ya li ser rola serekiya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ya derxistina vê biryarê xistiye rû.

Hewramî dibêje: Serok Barzanî herdem rêz û xweşdiviyeke taybetî ji bo Helebçe hebûye, piştî raperînê çendîn car serdana Helebçe kiriye, gelek car li gel xelkê Helebçe civiyaye û ji nêzîk ve hevparê û kêşeyên wan bûye û duvdaçûnên pêwîst ji bo çareserkirina wan kiriye.

Her wiha Hewramî dide zanîn ku Serok Barzanî soz bi xelkê Helebçe da ku Helebçe bibe parêzgeh û li vî warî de li gel Hikumeta Iraqê hewlên ciddî dan heta rêkarên yasayî û desturî li ber bigrin. Her wiha soz da xelkê ku Hikumeta Herêmê zanîngehek li Helebçe dabimezrênê û bi hewla Serok Barzanî Hikumeta Herêm Zanîngeha Helebçe damezrand. 

Back to top button