6. Kongreya Tenduristiya Mezopotamyayê li Mêrdînê dicive
![](/wp-content/uploads/2023/10/Rojev.jpg)
Li Mêrdînê di rojên 15 û 17 ê gulanê de dê 6. Kongreya Tenduristiya Mezopotamyayê bê li darxistin.
Serokê Kongreyê Prof. Dr. Huseyin Bektaş di civîna nasandina kongreyê de axivî û da zanîn ku komeke ku ji bizîşkên ji Almanya, Diyarbekir û Başûrê Kurdistanê wê di sala 2008 an de hatin bal hev û biryar dan ku bi Kurdî kongreyeke zanistî li dar bixin.
Bektaş diyar kir ku kongreyên berê li Diyarbekir, Dihok û Silêmaniye yê hatin li darxsitin û da zanîn ku li kongreya Mêrdînê dê zimanê sereke Kurdî be lê ji bilî Kurdî dê Tirkî, Erebî û Ingilizî jî bê bikaranîn. Bektaş got ku di kongreyê de dê bi zimanên Asûrî û Aramî jî rûniştineke cuda bê li darxistin. Bektaş diyar kir ku îsal di kongreyê de mijara sereke nexweşiyên enfeksiyonê ne.
Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Serdar Bedîî Omay jî diyar kir ku di vê rewşa aştî û aramiyê ya ku pêvajoya çareseriyê bi xwe re anî de, di mijara zanistî û akademîk de pêngavên girîng hatin avêtin. Omay got ku “Di navbera 4 salên borî de karên gelekî girîng hatin kirin. Di qada akademîk de li welatê me yekem Enstituya Zimanên Zindî, bi navê din Enstituya Kurdî hate damezrandin. Di nav enstituyê de beşên Suryanî û Erebî jî hene. Zimanê kongreya Tenduristiya Mezopotamyayê bi Kurdî ye û ev jî gelekî girîng e.”
Hate ragihandin ku kongre di gel Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyeyê dê bi piştgiriya Zanîngeha Mardîn Artûklûyê, Komeleya Tibê Ya Kurdistanê ya ku li Başûrê Kurdistanê ye, Makezanista Neqilkirina Azayan û Cerahiyê ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Hanover a Almnayayê, McDonald Regîonal Transplant Center a Amerîkayê, Wîllîs-Kînghton Health System Louîsîana USA û World Surgîcal Fundatîon Louîsîana USA yê tê bê lidarxistin.