
Ji ber kênbûna alîkarîyê li Etiyopyayê 1,329 kes ji birçîna mirin. Rêvebirê Bernameya Xwarina Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî di meha Tîrmehê de îşaret kiribû ku ji ber kêmbûna alîkarîyê dê wê xelayek mezin çêbibe.
Hat diyarkirin ku Neteweyên Yekbûyî (NY) û DYE alîkarîya xwarinê ya ji bo Tigray a ku şerê navxweyî yê li bakurê Etiyopyayê lê bi dawî bû, qut kir û bû sedema mirina sedan kes.
Li gor lêkolînek hevpar a Enstîtuya Lêkolînên Tenduristîyê ya li Tigray, Wezareta Tenduristîyê û Zanîngeha Mekelle, ji ber peymana aştîyê ya di Mijdara 2022an de hat îmzekirin, li herêmê hezar û 329 kes ji birçîna mirine.
Alîkarê Rêveberê Bernameya Xwarina Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) (WFP) Carl Skau, di dawîya Tîrmehê de got ku ajans neçar ma li gelek welatan xwarin, dirav û alîkarîya bi mîlyonan mirovan qut bike ji ber ku bexş bi qasî nîvî kêm bûye. ÎSAL TENÊ 5 MILYAR DOLAR ALÎKARÎ HAT KIRIN Skau, diyar kir ku ji 86 welatên ku WFP tê de kar dike herî kêm li 38 welatan alîkarî qut bûne û diyar kir, dibe ku alîkarîya ji bo gelek welatan bi taybet Afganîstan, Sûrîye, Yemen û Rojavayê Afrîkayê bê qutkirin.
Skau destnîşan kir ku ji bo gihandina alîkarîyê ji her kesê hewcedar re 20 milyar dolar hewce ye û 10 heta 14 milyar dolar alîkarîyên ku WFP di van çend salên dawî de wergirtiye îsal daketiye 5 milyar dolaran.