
Li Musilê qezeya Hemdaniyî agir salonek a dawetê ket û lig ora agahdariyên berpirsên tenduristiya bajêr heta niha zêdeyî 100 kesî jiyana xwe ji dest daye û zûdeyê 400 birîndar hene ku, birina hinkan girane. Ev yek jî dibe sedemê metirsiya ku hêjmara miriyan zede bibe.
Tê zanîn ku piraniya nişteciyên qeza Hemdaniyê kristiyanin.
Li Hemedaniyeya ku piraniya şêniyên wê Xiristiyan in, îşev li holeke dawetê di dema dewatê de şewat derket.

Li gorî agahiyan, şewat ji ber fîşekên hewayî derketiye û gelek zû belavbûye, peydabûna izdihamek mezin de xelkê jiyana xwe ji dest daye.
Timên tenduristiyê gihane cihê êewatê û herweha Wezîrê Tenduristiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî daxûyakirin ku, destnîşan kir ku tîmên tenduristiyê yên Herêma Kurdistanê, bi fermana Serok Barzanî çûne di hewara birîndaran.
Gelek birîndar ji bo nexweşxaneyên Hewlêr û Duhokê hatine veguhaztin.