PolîtîkRojev

Tu kes nizane di hundir de kî dost e kî dijmin e

Lahor Şêx Cengî hişyarî da ku 5. Kongreya Asayî ya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) wê partîyê bikişîne nava “parçebûn û wêranîyek mezin ku di dîroka xwe de nehatiye dîtin” û diyar kir ku biryarek wan bi hevalên wan re heye û ewê xebatên xwe yên siyasî bidomînin.

Hevserokê berê yê YNK Lahor Şêx Cengî têkildarî kongreya pêncemîn a YNK daxuyanî da. “Biryara kongreyê neqanûnî hat girtin” Şêx Cengî ku berî kongreyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek bi vîdeo parve kir, diyar kir ku ew li bendê ne rêveberîya partîyê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê xwe binirxîne lê ev yek pêk nehat.

Şêx Cengî got: “Ez dixwazim li ser navê dîrokê helwesta xwe li hember kongreya 5 emîn a YNK ragihînim. Rêveberên niha yên YNK biryar dane ku kongreyek neqanûnî li dijî hemû prensîb û rêgezên partîyan pêk bînin. Partî ket nav parçebûnek mezin û şokek navxweyî ku di dîroka xwe de qet nehatiye dîtin”.

Şêx Cengî, hişyarî da Bafîl Talebanî û got: “Wê kongreyek çêbibe ku guhê xwe nede serokên partîyê û têkoşîna pakrewanên xwe yên ku bi salan paşguh bike, wan biçûk bixe û xemên pêşerojê yên partîyê negire pêş, daxwaz û hêvîyên partîyê nebîne, derd û xemên piranîya malbatên şehîdan, endam û karmendan nebîne. Kongreya ku hinek kesan bi awayekî neqanûnî dest danîn ser desthilatdarîyê û xwestin bi zorê niyeta xwe ferz bikin, bi awayekî kêfî hin endamên xwe kişandin cem xwe”.

Şêx Cengî bi berdewamî got: “Piştî darbeya 8ê Tîrmehê em li bendê bûn ku darbekar li xwe binêrin û şaşîyên xwe yên mezin rast bikin. Ev du sal in ji bilî sûcên çêkirî û bêbingeh ji bo rewakirina derbeya xwe li me kirin. Wan îtîbar û dîroka YNK wek partîyek sosyal demokrat pirsîn û nekarîn partîyê li gor daxwazên piranîya endamên wê bi rêve bibin. Li şûna ku di têkilîyên hundir û derve de li ser esasê berjewendîyên hevpar û rast hevsengîyê biparêzin, teslîmî rojeva herêmê bûn. Tu kes nizane di hundir de kî dost e kî dijmin e”.

Şêx Cengî bal kişand ser wê yekê ku çima ji 8ê Tîrmehê û vir ve gelek beş li dijî van hemûyan helwest nîşan nedane û got, ji bo di nava partîyê de dubendî çênebe wan tercîh kiriye ku bêdeng bimînin.

Şêx Cengî got: “Sedema ku em beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan nebûn ew bû ku dengên Kurdan li Kerkûkê dabeş nebe, rewşa Kurdan li ber çavan bigirin û derfetek din ji kurên Mam Celal re pêşkêş bikin”.  “Em ji parçebûnê ne berpirsiyar in” Lahor Şêx Cengî di peyama xwe ya vîdyoyî ya 14 deqeyan de wiha got: “Me biryara xwe daye û li ser esasê prensîbên xwe yên neguherbar ên azadî, demokrasî, mafên mirovan, xwerêveberî û edaletê emê xebatên xwe yên siyasî bidomînin. Em naxwazin werin roja îro û YNK bi vî awayî bibînin, lê piştî kongreya pêncemîn a YNK, berpirsiyariya karê me yê li derveyî YNKê dikeve ser milê wan kesên ku ev du sal in li gel YNK kar dikin. Em ne berpirsê dabeşbûnê ne û berpirsyarîya dîrokî ya têkçûna vê partîyê ya wan kesan e ku ev partî heta îro anîne“.

Back to top button