PolîtîkRojev

5emîn Kongreya Asayî ya YNKê dest pê kir

5. Kongreya Asayî ya Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) li bajarê Silêmaniyê dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gihîşt salona ku kongreya YNKê lê tê lidarxistin. Li gel Nêçîrvan Barzanî Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab ​​jî heye.

 600 delege beşdarî kongreyê bûn.

Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokê Tevgera Hikmeta Neteweyî Emmar Hekîm, Serokê Koalîsyona Nesr Heyder Ebadî, Sekreterê Giştî yê Ehlî Heq Kays el-Hezelî û Sekreterê Giştî yê Tevgera Babîlê Rayan Kaldanî wek mêvan beşdarî kongreyê bûn.  

6 endamên Meclîsa Berjewendîyên Siyasî yên Bilind ên YNKê ku di nav wan de Mele Bextiyar, Ednan Muftî û Hakim Qadır Hemecan jî hene, beşdarî pêncemîn kongreya YNK nabin. Endamê Encumena Bilind a Berjewendîyên Siyasî yê YNKê Mele Bextiyar di vîdyoyek rojên borî de belav kiribû û ragihandibû ku ji ber gelek binpêkirinên destûrê hene, ew beşdarî kongreyê nabin. Hat zanîn ku Kosret Resûl Elî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Omer Fettah ji ber pirsgirêkên tenduristîyê tev li kongreyê nabin.

 Lahor Şêx Cengî ku ji ber nakokiyên bi Serokê YNK Bafîl Talebanî re ji “Hevserokatîyê” hatibû dûrxistin û rêveberên partîyê ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin, tev li kongreyê nabe.

YNK di Hezîrana 1975an de li Şamê damezrandina xwe ragihand Yekemîn kongre di sala 1992an de li Hewlêr û Silêmanî bi 793 endaman hat lidarxistin. Di sala 2001ê de bi beşdarîya 1247 endaman kongreya xwe ya duyemîn li Silêmaniyê li dar xist. Di sala 2010an de bi beşdarîya zêdetirî 1500 endaman kongreya xwe ya sêyemîn li dar xist. Di sala 2019an de bi beşdarîya zêdetirî hezar endaman kongreya xwe ya çaremîn lidar xist û yekem car sîstema hevserokatîyê pejirand.

Back to top button