Civak

Li Êlihê di rêya dawetekê de bûyera trafikê: 4 mirî, 1 birîndar!

Mallbatek ji bo dawetê ji Amedê diçû Mêrdînê, di rêde wesita wan û balgirek li hev qulibîn. Di bûyerê de 4 kesên di otomobilê de jiyana xwe ji dest dan û ajokarê balhirgirê jî bi giranî birîndar bû.

Wesayîta bazirganiyê ya sivik a bi reqama 06 FC 240 ku bavê bûkê Medenî Îba 45 salî diajot, balhirgira li himber wî dihat li hev qulibîn.

Ji ber bûyerê tîmên tenduristiyê yên lezgîn 112, îtfaiye, AFAD, UMKE û cendirme sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Di bûyerê de Medenî Îba (52) û hevjîna wî Remziye Îba (58) û xwişka wê Mensure Guler (58) ku di pîkapê de bûn, li cihê bûyerê mirin. Nesliha Îba (18) ku bi wesayîta taybet rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, tevî mudaxeleyê nehat rizgarkirin.

Cenazeyên kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan piştî otopsiyê li morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê ji aliyê xizmên wan ve hatin wergirtin. Cenaze ji bo definkirinê birin navçeya Farqînê ya Amedê.

Kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dan ji bo beşdarî daweta Fatma Îba ya ku dihat plankirin îro were kirin, ji navçeya Farqînê ya Diyarbekirê ber bi navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ve diçûn. ,

Back to top button