Hizbullahê êrîşê Îsrail kir: Herî kêm 5 kes mirin, 25 jî birîndar bûn
Rêxistina Hizbullah a Lubnanê bi balafirên bêmirov û fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir. Di êrîşên Îsraîlê yên li ser gundê Ed-Dahîra û bajarokê Nakura de 5 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.
Ji xaka Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve bi 40 moşekan û gelek balafirên bêmirov êrîşek hat kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê de hat diyarkirin ku ji başûrê Lubnanê 40 fuze avêtin bakurê Îsraîlê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku danê êvarê ji axa Libnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve gelek balafirên bêmirov hatine şandin. Hat diyarkirin ku pergalên parastina hewayî hin balafirên bêmirov xistine xwarê, hin balafirên bêmirov jî li Girên Golanê ketine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Hîzbullahê de hat diyarkirin ku 2 baregehên leşkerî yên artêşa Îsraîlê bi êrîşên hewayî kirin armanc.
Di daxuyaniyan de der barê ku di êrîşan de kuştî an birîndar hene an na agahî nehat dayîn.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de 5 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn
Di nûçeya ajansa fermî ya Lubnanê NNA de hat diyarkirin ku balafirên şer ên Îsraîlê 2 êrîşên hewayî birin ser gundê Ed-Dahîra.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê jî ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ser Dahîra de 4 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Di daxuyanîya din a ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di êrîşa balafira bêmirov a Îsraîlê ya li herêma Vadî Hamûl a li derdora bajarokê Nakura de kesek birîndar bûye.
Îsraîl piştre li herêma Beka ya li rojhilatê Lubnanê li dijî Deşta Serîynê, herêmên Nebî Şît û Bûdayê êrîşên hewayî pêk anî. Li cihên ku êrîşên hewayî lê hatin kirin, teqînên mezin rû dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku li gorî zanyariyên destpêkê di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Geliyê Bekayê de kesek hatiye kuştin û 19 kes jî birîndar bûne.
3 endamên Hizbullahê hatin kuştin
Di daxuyaniya li ser hesabê fermî yê Telegramê yê Hîzbullahê de hat ragihandin ku Raîd Elî Hattab ê ji bajarokê Ayta El Şeab, Ziyad Muhammed Kaşmer ji bajarokê Helûsiyê û Elî Ehmed Dekmak ji bajarê En-Nebatiyê jiyana xwe ji dest dane.
Hejmara endamên Hizbullahê yên ku di êrîşên artêşa Îsraîlê yên ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve li başûrê Lubnanê hatin kuştin derket 420an.
Piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser zîvala Xezeyê ya Filistînê, Hizbullahê jî ji bo piştgiriya Filistînê êrîşî Îsraîlê kir.