Nivîsar

Salmezinên ku bûne weke dîwarekê ji pola li hember ciwanan

Niha jî gelek ji salmezinên me bi nexweşiya mezinbûnê ketine. Loma nikarin û nexwazn cihê xwe bide ciwanekî  çalak û zîrek.

Bûbê Eser

Li gor min temenê mirovên bi siyasetê ve mijûl dibin, asasê pêşveçên an paşvemanê ye. Ciwan di tevgerê de bi beza xwe ya  xurt, bi çalakiyên xwe yên hevdem, wê bikaribin di hemî kuçe û kolanên welêt de bazdin, birevin û ciwanên din bibînin.

Bifikirin ku siyara kesekî mercedesek 1970 model e. Ya yekî din jî 2022 model e. Herdu jî dixwazin bighêjin konaxekê. Ê siyara wî modela nû wê berî ê din bighêje qonaxa xwe. Lê yê din bighêje, neghêje zehmete ku mirov bêje…

Mirov dikare rêxistinan jî bi vî awayî şorev bike.  Rêxistina ji ciwanan pêk bê. Wê zane û jêhatî bin. Him dikarin zû birevin û him bi aqilê xwe dikarin partiya xwe bê ji hevketin û zerarên mezin bibîne bi rêve bibe. Ji ber ku tehamula ciwanan ji ya salmezinan zêdetir e.

Dema nivşê me dest avêtin karê rêxistiniyê, tenê di her rêxistinekê de çend salmezin  hebûn ku ew jî êdî westiya bûn. Loma geşbûn û firebûna partiyan li ser destê ciwanên ku wan xwe bi rêxistinî dikirin, pêşve ket. Divê ew dem baş bê şirovekirin.

Lê rewşa niha ne ew rewş e. Niha serê hemî kaniyên partiyan di destê salmezinan de ye. Ew çawa dixwazin rêxistinê weha bi kar tînin. Ciwanên dikevin nava wan jî heger weke wan neke, rûbirûyê problemên mezin dibin. Loma jî ciwan nakevin nava partiyên heyî. Ji ber ew nikarin berpirsiiya yekî ji xwe nezantir hilgire.

Di dema me de (1960-19800) serokên partiyan yê herî mezin 25.30 salî bûn. Endamên komîta rêvebir bi kêmanî lîse qedandibûn an sala wan ya dawî bû. Lê niha tu dibîne ku hin serok û rêvebirên niha hê lîse jî neqandinin û piraniya wan jî  bi ser 60î ketine.

Lê ciwanên niha piraniya wan unîwersîte qedandin. Gelek ji wan bi çend zimanan dizanin. Rewşa dinyê ya niha tahlîl dikin. Loma jî li gor şert û mercên têde dijîn, dixwazin xwe bi rêxistinî bikin. Lê dema berpirsê wan salmezin bin. Dest û nigê wan tê girêdan. Loma jî tevlî karê partiyên siyasî nabin. Heta ji ber hin helwestên salmezinan, dev jî siyaseta kurdistanî jî ber didin.

Niha em di sala 2024an de dijîn. Bi mejiyên salê 1970 rêxistin û partî bi pêşnakevin. Heta salmezin serok û rêber bin, em ê weke mercedesa 1970ê bin.

Divê hurmeta salmezinan bê girtin, divê ew bêne guhdarîkirin, ji tecrubeyên wan sûd bê girtin. Lê divê ew nebin serok û rêber. Heger bibin jî dê bibin rêbir. Ji ber ku heta salmezin serok û rêber bin ciwan nayên. Salmezin li pêşiya wan bûne dîwarekî ji pola.

Niha jî gelek ji salmezinên me bi nexweşiya mezinbûnê ketine. Loma nikarin û nexwazn cihê xwe bide ciwanekî  çalak û zîrek. Dema te kesekî bi ser 70ê salî ketiye kir berpirsî ewopa, ma gelo ciwanên li ewropa ku her yek ji wan bi çend zimanan dizanin û civata ewropa jî baş nas dikin, wê çawa bikaribin di bin berpirsiyarekî ji xwe nezantir kar bikin?

Ji dêlva em hevdu sûcdar û gunehkar bikin. Divê em salmezin li hev rûnên, bi hevre bifikirin û biponijin da ku em sedema tunebûna ciwanan fêm bikin û rê li wan vekin. Lê ne bawerim ku salmezinên bi nexweşiya mezinbûnê ketine, cihê girtine bidin ciwanan.

Divê em baş bizanibin û fêm bikin ku ciwanek wê tu caran nikaribe kesekî deh caran ji wî nezantir bike berpirsê xwe. Madem rewş ev e divê em bi hevre hewl bidin ku vê biguherin. Guherandina wê jî divê herkes ji xwe de destpê bikin.

Şerta ewil jî divê salmezin dev ji berpirsiyarên xwe berdin. Her yek ji wan nebî an zarokekî xe bikin endamê partiya xwe û cihê xwe jî bide wan. Wê gavê em ê binerin û bibînin ku ciwan hene ya na. Heta ku em jî xwe de destpênekin tu rewş wê nebikemile. 

Em ê jî weke salmezinan roj bi roj kêm bibin heta ku em jî neman. Gelo em difikirin ku piştî nemana me wê kî/ê şûna me bigirin. Ji bona ala me nekeve erdê kî yê hilgirin. Ev nayê aqilê me.

Back to top button