Civak
Li Efrinê du Kurd ji aliyê çekdarên ser Tirkiye ve hatin revandin
Rewangeha Sûrî bo Mafê Mirovan daxûyakirin ku, li Efrînê çekdarên bi navê “Polîsa Leşkerî” welatiyekî Kurd li navçeya Cindirêsê bi armanca standina pereyan revandin.Ew kurd di dema dawî ji bajarê Helebê vegeriya bû Efrinê li ser mal û milkê xwe.
Herwiha da zanîn jî, li navçeya Şêrawa welatiyekî din ê Kurd hat revandin, bêyî ku sedema revandin û çarenivîsa wî werin naskirin.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.