Bavekî sê zarokên xwe kuştin yek jî birîndar kir..!
Li Tirkiye bajarê Îzmîrê bavekî zarokên xwe yên bi navê Hîranûr, Cemre, Ceylîn û Nîra Şîmşek birin nav zeviya xwe ya darên zeytuna û gule li wan barandin.
Piştre jî bi heman çekê xwest xwe bikuje. Li cihê bûyerê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan bav û zarokek jî bi giranî birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê Vesîm Şîmşek (45) bi çekê 4 zarokên xwe gulebaran kir û xwest xwe bikuje. Di bûyerê de Cemre, Ceylin û Nira Şîmşek jiyana xwe ji dest dan.
Bûyer danê sibê li Kolana Navendî ya 4541/1 pêk hat. Vesîh Şîmşek ê ku pirsgirêkên wî yên psîkolojîk hene, zarokên xwe Hîranûr, Cemre, Ceylîn û Nîra Şîmşek anîn nav darên zeytûnê. Li vir ji ber sedemeke nediyar bi çeka ku pê re hebû çend caran gule li çar zarokên xwe reşandin.
Zarok li cihên cuda yên laşê xwe bi guleyan birîndar bûn û ketin erdê. Piştre Şîmşek telefonî xizmekî xwe kir û cihê wan ragihand û got ku wî gule li zarokên xwe reşandine û ew ê bi xwe întîxar bike û bi heman çekê hewl daye întîxarê bike.
Li ser agahdarkirinê Tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê hatin kirin. Timên tenduristiyê diyar kirin ku Cemre, Ceylîn û Nîra mirine. Hiranur û Vesîm Şîmşek ên bi giranî birîndar bûn bi ambûlansê rakirin nexweşxaneyê. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.