Cîhan

John Kirby bang li Îranê kir: Êrîş nekin û rewşê têk nedin

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby got: Ew bawer dike ku Îran amade ye êrîşî Îsraîlê bike. Amerîka ji bo parastina Îsraîlê pabend e.

Berdevkê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra John Kirby roja Sêşemê ji medyaya Îsraîlê re ragihand: “Em heja bawer dikin ku Îran ji bo êrîşê amade ye.”

Kirby got: “Peyama me neguheriye. Em ji Îranê re dibêjin êrîş neke, ne hewce ye rewşê bê îstiqrar bike.”

Berdevkê Pentagonê Patrick S. Ryder, roja Duşemê di civîneke çapemeniyê de got: “Nirxandina me nîşan dide ku metirsiya êrîşê berdewam e.”

Back to top button