Civak

Li Dîlokê zarokê 10 salî hat kuştin

Li Dîlokê zarok 10 salî ji aliyê dikandarekî ve ji bo qelebalixê dike hate kuştin.


Li Dîlokê zarokê 10 salî bi navê Emîr Baki Bayindır aliyê edikandarekî ve bi hinceta ku dema dileyîze ‘deng dertêxe’ bi çekê hat kuştin.


Bûyer danê êvarê li Taxa Guzelvadî pêk hat. Hat îdiakirin ku kesê ku navê wî ne diyar e û li taxê fêkî difiroşe, ji ber dengê Emîr Baki Bayındır dema dileyîst, aciz bûye û zarok daye ber gulan. Gumanbar ji cihê bûyerê reviya. Li ser agahiya şêniyên taxê timên polîs û tenduristiyê hatin cihê bûyerê . Emîr Bakî ku li cihê bûyerê ji aliyê ekîbên tenduristiyê ve alîkariya ewil hat kirin, rakirin nexweşxaneyeke taybet. Zarokê bêbext tevî hemû mudaxeleya doktoran jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Emîr Baki Bayındır birin morga Saziya Tipa Edlî.

Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin, ji bo girtina gumanbarê reviyayî xebat berdewam dikin.

Back to top button