Civak

Li Efrinê çeteyên terorist jiyan li xelkê kirine zîndan

Li Efrînê tawanê mirovatiyê li dijê gelê kurd tê kirin. Çeteyen terorist li Efrinê tu pîvanekê nasnakin, li dijê kurda bi hemû cureyên wehşetê bi kar tînin. Herî dawî keşaka kurd ku temenê wê 16 salî bû, ji aliyê şeteyên li ser gruba Sultan Murad ve hate revandin. Ji malbata keça kurd fidye xwestin. Pişre jî keça kurd bi awayek hovitî kuştin.
Li gora daxûyaniya Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê, navê keşa kurd Melek Nebîh Xelîl e, ew 16 salî ye û ji gundê Dêrwîş biser navçeya Şera ve ye.

Melek Nebîh Xelîl


Melek di 23ê meha Gulanê de ji alîyê çekdarên koma bi navê Fîrqet Sultan Murad ve, ku bi ser Tirkîyê ve ye, hatibû revandin û wêneyê wê di torên civakî de hatibû weşandin.
v bûyera kuştina Melek Nebîh Xelîl di demekê de tê, ku kiryarên komên çekdar dijî jinên Efrînê zêde bûne, ku berî çend rojan hatibû eşkere kirin 11 jinên Kurd di zîndana koma Fîrqet Elhemzat de girtîbûn û rastî tundî û îşkenceyê hatibûn.
Tê zanin ku gelek cara çeteyên terorist jin û keçên kurd direvînin û wan têxin zindanan de.

Back to top button