Ciwanek kar ji bo nasandina cihên geştiyariyên Kurdistanê dike

Ciwaneke gerok bi geştên xwe kar ji bo nasandina cihên geştiyarî û kultûrî û dîrokiyên Kurdistanê dike. Li torên civakî de bi zimanê Erebî û Îngilîzî wêneyan û nasandina cihan belav dike.
Hevkar Husênê gerok ragihand, eve dû sale min dest bi karê fotografiyê kiriye, di destpêkê de bi kameraya telefona xwe min destpêkir û min wêne digirt paşê min li hizra wê yekê kir ku gelek fotografer li Kurdistanê tenê wêne digrin û belav dikin an jî rêjeyeke kêm hene ku behsa tevahiya wan cihan bikin ku wêneya wê girtine. Ji bo wê yekê min kamerayek kirî û min serdana cihên dîrokî û kultûrî û xwezayî yên xweşikên Kurdistanê kir. paşê li torên civakî de min profilek bi navê (iam.Hawkar) vekir û li wir min wêneyan belav kir û her wiha pênaseyek jî li ser wêneyan nivîsand.
Her wiha dibêje: “Dema wêneyan digrim û belav dikim, wan zanyariyan jî bi tevahî li ser wêneyê dinivîsim. Zanyarî bi her sê zimanên (Kurdî û Îngilîzî û Erebî) dinivîsim, bo ku kesên biyanî jî sûd jê bibînin û zêdetir bêne nasandin. Ji ber ku niha ew derfet heye bikarî babeta xwe bi hemû cîhanê bidî nasandin”.
Hevkar Husên got: “Armanca min ya nasandina cihên geştiyariyên Herêma Kurdistanê bi mîlletê xwe û geştiyarên biyanî, ji bo eweye serdana Kurdistanê û wan deveran bikin û dema serdana cîhek dikin, zanyariyeke tevahî di derbarê wan cihan de bizanin. ji bo ewe jî bi zimanên Îngilîzî û Erebî behsa cihan dikim. Hêvî û armanca min ya nasandina her çar perçeyên Kurdistanê heye”.