
Konsolxaneya Giştî ya Brîtanya li ser torên civakî de behsa serdana John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbazî yê Brîtanya li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa û Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê dike.
John Lorimer Şêwirmendê Bilindê Serbazî yê Brîtanya li Rojhilata Navîn û Bakûrê Efrîqa daye zanîn ku roja sêşemê guftûgoyeke gelek baş li gel rêzdar Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistan encamda.
Her wiha John Lorimer daye zanîn ku ewan behsa çend mijarek wekî Kovid 19 û girîngiya hemahengiya di navbera hêzên Iraqî û Kurdistanî ya li navbirina Da’îş kirine. Her wiha behsa girîngiya Brîtanya ya li berdewamiya hevkariyên serbaziyên demdirêj ya li yarmetîdana geşkirina paşeroja serkirdeyên serbaziyên Herêma Kurdistanê û eve jî li rêya derfetên meşq û geşepêdanê têne kirin.