7ê hezîranê salvegera destnîşankirina biryara dîrokî ye

Îro 7ê hezîranê 2020, sê sal li ser biryardana li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê derbasdibe. Biryarek bi serkirdayetiya Serok Barzanî û bi beşdariya partiyên siyasiyên Herêma Kurdistanê ku zêdetirê sedsale gelê Kurdistanê qurbaniyê bi navê wê rojê gorî kirine.
Serok Barzanî wekî Pêşmergeyek ku temenê xwe ji bo xebat û têkoşîna bi navê serxwebûna Kurdistanê terxan kir, wekî rêberê neteweyeke sîtemlêkirî û bin destê zulm û zoriya dagîrkeran, wê demê hest bi plana dagîrkeran û neyarên doza rewaya gelê xwe kir ku bi erkê xwe yê dîrokî rabû bi hevbeşî li gel zêdetirê partiyên Kurdistanî biryar hate dayîn referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê li 25ê Eylûla 2017 bê encamdan.
Her ji destpêkê ve gelek aliyan niyeta xwe veneşartin û bi komek hêcetên cûr bi cûr dijayetiya xwe ji bo vê xwest û armanca dîrokiya gelê Kurdistanê derbirî. Lê belê gelê Kurdistanê li 25ê Eylûlê bersîva xwe bi dost û dijminên cîhanê da gihand û serxwebûna Kurdistanê bi mafeke xwe rewa zanî.