Li dor serxwebûna Kurdistanê Barzanî çi dibêje

Peyvdarê serokatiya Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de rd dike ku, serok Mesûd Barzanî di hevpeyvîneke xwe de digel televizyoneke rusî gotibe serxwebûna Kurdistanêmistehîle.Peyvdarê serokatiya Kurdistanê dibêje serok Barzanî di bersiva kanala 24 a tekevzyona rusî de li ser serxwebûna Kurdistanê gotiye ku mafê gelêKurdistanê ye ber bi serxwebûnê biçe û gelê kurs ji vê zêdetir tehemulê nake.Di daxuyaniyê tê gotin ku ew bersiva li ser nave serok Barzanî hatiye belav kirin ku qaşo serok Barzanî gotiye dirustbûna dewleta kurdî div ê rewşê de nemomkine, ji rastiê dûr e û tu esas jê re nîne:- Roja pêncşemiyê 10.09.2015ê televizyona Risyayê lkana 24 hevpeyvînek digel Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê kir û serok Barzanî di bersiva şend pirsekan de bersiva wê televizyonê daen. Mixabin ji sedema şaşaiya beşa erebî kanala Rusiya Elyom ji aliyê wergêr ve besiva serok Barzanî ya li ser pirsa serxwebûna Kurdistanê bi şaşî hatiye wergerandin ku qaşo serok Barzanî gotiye serxwebûna Kurdiastnê mistehîle. Em ji gişt aliyan re radigehînin ku ew nûçe neraste.Li gor daxiuyaniya peyvdarê serokatiya herêma Kurdisdtanê, serok Barzanî bi vî awayî besiv daye:- Em nikarin pirsgirêkên deverê nebînin, divê em wêneyên hemû deverê bibînin. Tesîra derve jî li ser rewşa me heye. Tehedî gelekin û firser jî gelekin. DAÎŞ ji bo ser hemûyan xetere. Guhertinên herêmî û nizimbûna buhayê neftê jî tehedî ne. Di hemna demê de hat îspat kirin ku em ji bo tu aliyan ne gef in. Em hokarê parastina emniyeta deverê ne û di warê êkonomî jî de rola me heye. Me digel Îraqê gelek hewil da roleke sereke bibînin û pirsgirêk nemînin, lê belê pirsgirêk weke xwe mane. Di netîce de weke milet mafê meye ber bi serxwebûnê biçin, ji vê yekê zêdetir tehemul nayê kirin, lê divê bi xweşî û lihevtêgehiştinê be.Di dawiya daxuyaniyê de tê gotin ku, piştî ew pirs hatiye şopandin, beşa erebî a kanala Rusiya Elyom ew nûçe di berçavan re derbas kiriye û ew şaşiya xwe rast kiriye û daxwaza lêbihurînê ji xandevan û bînerên xwe kiriye.Ev li jêr teksa daxuyaniya peyvdarê serokatiya herêma Kurdiatanê weke di malepera fermiya serokatiya herêma Kurdistanê de hatiye weşandin.Roja pênçşem 10.09.2015 Televizyona Rûsya 24 ê Rûsî hevpeyvînekî li gel birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê encam daye û Serok Barzanî bersîva çend pirsiyarekî vê televizyonê daye.Mixabin bi sedema şaşiya beşê Erebî ya kanala Rusya Elyom, wergerekî nedirust ji bo birgeyek ji bersîva Serok Barzanî di derbarê serbixweyî hatiye kirin û wekî xwe muamele li gel nehatiye kirin û ewe xistiye rû ku qaşo Serok Barzanî serbixweyî bi babetekî mehal dizanê.Li vir da bi hemû aliyek radigihînîn ku ji bilî vê xwendina nedirust û li bersîva pirsiyara wê yekê ku çawa li ser axa Kurdistanê derfet bêne parastin û Kurdistan berev pêşve biçê û astengên li ber pêşketin û nêrîna rêzdar yan ji bo paşarojê çiye, Serok Barzanî bi vî awayî bersîva Rûsya 24 daye ku: “Nikarîn kêşeyên navçeyê nebînîn, divê wêneya hemû navçeyê bibînin. Rewşa me bandorê li derve jî werdigrê. Hereşe jî gelekin û derfet jî gelekin. Da’îş hereşeye ji bo me hemûyan û guhertinên herêmî û dabezîna nirxa neft ev hereşene. Li heman demî de hate selmandin ku em ne hereşene ji bo hîç kesek, faktera asayîşa navçeyêne û li rûyê aborî ve rolê dibînîn. Li gel Iraqê da gelek me hewl da rolekî serekî bibînîn û kêşe nemînin lê belê kêşe wekî xwe mane. Li encamê da wekî mîllet mafê me heye berev serbixweyî biçîn, li vê zêdetir nayê tehemul kirin lê belê bi xweşî û bi tefahum”.Gotinên cenabê Serok Barzanî gelek rûn û eşkerene û bi tu awayekî mustehîlbûna serbixweyî li axaftina Serok Barzanî da nehatiye. Hêjayî gotinêye ku piştî dûvdaçûnê, beşa Erebî ya kanala Rusya Elyom pêdaçûnê bi nûçeyê kiriye û şaşiyê rast kiriye û daxwaza lêborî nê jî ji xwendevan û temaşevanên xwe kiriye.Peyvdarê Fermî yêSerokayetiya Herêma Kurdistanê13.09.2015

Nerîna min :