CivakFlaş

Li Dîyarbekirê çar kes ji ber daliqandina posterên endamên PKKê hatin binçavkirin


Parêzgariya Dîyarbekirê ragihand ku çar kes ji ber daliqandina posterên endamên PKKê li kolanan hatine binçavkirin.

Walîtiya Dîyarbekirê ragihand ku çar kes bi tohmeta daliqandina posterên endamên rêxistina “terorîst” a PKKê li hin kolanan hatine binçavkirin.

Di daxuyaniyek nivîskî ya Walîtiyê de hat gotin ku “li Dîyarbekirê têkoşîna li dijî sûc û sûcdaran, bi taybetî terorîzmê, bi biryardarî berdewam dike” û daxûyaniyê de dibêje:

  • Daliqandina posterên endamên rêxistina terorîst li çend kolanan bûyerek tenê ye û bi tevahî rewşek belavbûyî li seranserê parêzgehê nîne. Piştî tespîtkirina posterên endamên rêxistina terorîst li çend deverên li hin kolanan, yekîneyên me yên ewlehiyê lêpirsînên pêwîst kirin û çar kesên ku hat tespîtkirin ku ev kiryar kirine di 30ê Tebaxa 2026an de hatin binçavkirin.
  • Kiryarên neqanûnî yên bi vî rengî yên ku armanc dikin pêvajoya Tirkiyeyek bê terorîzmê asteng bikin, dê qet neyên tehemûlkirin û her hewldanek li dijî aramiya gelê me û biratiya neteweya me dê di çarçoveya qanûnê de bi biryardarî were çareserkirin.

Back to top button