Kultur

Li dibistanên Almanya dersên Zazakî destpêkir

Li wîlayeta Bakûrê Ren Vestfalya(NRW) ya Almanyayê bi awayeke fermî dest bi fêrkirina zaravayê Zazakî kirin, xwendekarên ku beşdarî yekem dersê zaravayê Zazakî bûbûn gelek dilgerm û bi kelecan bûn.

Ev biryara Hikûmeta Almanya bi xebata sê salane ku di navbera Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Wîlayeta NRW û hemwelatiyên Kurd de gihîştiye encamê.

Dersa yekem li Duisburgê li xwendingehên seretayî û navendî de destpêkir.

Ew dibistanên ku li DUISBURG ê dersên Zazakî didin û roj û demjimêrên wan wiha ye:

Rojên Sêşemê:

Ji bo polên 1., 2., 3. 4. li dibistan û navnîşana GGS Sternstraße 76, 47179 Duisburg di navbera demjimêr 11.30 û 13.45 bi 3 demjimêran

Ji bo polên 5.,6.,7.,8.,9. û 10. dibistan û navnîşana Bekerlohstraße 81, 47179 Duisburg û Kopernikus Gymnasium ê di navbera demjimêr 14.15 û 16.30 bi 3 demjimêran dersên Zazakî tê dayîn.

Rojên Çarşemê:

Ji bo polên 1., 2., 3. 4. li dibistan û navnîşana GGS Klosterstr., 47051 Duisburg di navbera demjimêr 13.15 û 15.30 bi 3 demjimêran
Ji bo polên 5.,6.,7.,8.,9. û 10. li dibistan û navnîşana Mainstr., 47179 Duisburg û Landfermann Gymnasium ê di navbera demjimêr 16.15 û 18.00 bi 3 demjimêran dersên Zazakî tê dayîn.

 

Back to top button