Kultur

Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî

Têngîzê Siyabendî li ser tora civakiya facebookê bergê yekemîn pirtûka bi alfabeya latînî ya li sala 1921 an belav kiriye ku eve jî 23 sal berî belavkirina kovara Haware.

Têngîzê Siyabendî li ser rûpela xwe nivîsiye: Alfabeya Lazo ya bi navê Şems ku li ser bingeha tîpên Ermenî di sala 1921 an de hatibû amadekirin heta sala 1928 an di dibistanan de dihate bikaranîn.

Her wiha berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Lê belê divê em destnîşan bikin ku hin kêmasî û şaşiyên wê pirtûkê hebûne. Ji ber wê yekê jî daxwaza alfabeyeke nû tê kirin û di sala 1926 an de Erebê Şemo û Îshaq Morogûlov projeyek nû ya alfabeya latînî ava dikin. Eve jî di sala 1929 an de li Bakûyê tê pejirandin. Di heman salê de, pirtûka “Xo-Xo Hinbuna Xondьna Nvisara Kуrmançi”(Xwe bi xwe hînbûna nivîsandina Kurmancî) tê weşandin.

 

Back to top button