Civak
Li Dêrikê babê zarokekî ji aliyê çeteyên PKK’ê ve hatiye revandin xwe şewitand

Piştî revandina kurê wî yê biçûk ji aliyê çekdarên Ciwanên Şoreşger yên bi ser HSDê ve,welatiyek ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê xwe şewitand.
Çeteyên bi nave “ Tevgera Ciwanên Şoreşger “ li rojavayê Kurdistanê ku ser PKKê vene, roja 9ê Sibata 2024an zarokê 16 salî yê bi nave Ehmed Firsan Hebeş ji gundê Banûkiyê yê bi ser bajarê Dêrikê ve ravandin û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Babê vî zarokê serî li hemû dam û dezgehên PYDê kir daku kurê wî berdin. Babî kurek tu encamp serlidanên xwe nestandin. Hat zanin ku kurê wî birine leşkeriyê û ew di kampên çeteyên PYDê de perwerdeya leşkerî dibîne.
Tu çara babe kurek nema ewî ji bo vê bûyerê protesto bike û HSDê û PYDê şermezar bike xwe şewitand.


