Cîhan

Li Dêra Katolîk a Spanyayê Îstîsmara zayendî

Hat diyarkirin ku li Îspanyayê ji sala 1940î û vir ve zêdetirî 200 hezar zarok ji aliyê dîndarên katolîk ve rastî îstîsmar û destdirêjiya zayendî hatine. Li gor rapora ku ji aliyê komîsyona serbixwe ya lêkolînê ve hat parvekirin, tê texmînkirin ku ji sedî 0,6 ê nifûsa Îspanya, ku nifûsa wê 39 mîlyon e, di zarokatiya xwe de ji aliyê oldaran ve hatine îstismarkirin. Li gor texmîna îfadeyên 8 hezar kesan, tevî xebatkar û keşeyan, tê texmînkirin hejmara kesên ku îstismar kirine herî kêm 400 hezar e.

Serokê Saziya Ombudsman a Îspanyayê Angel Gabîlondo, ku encamên lêpirsînê ye, ji raya giştî re ragihand û diyar kir ku “bi salan li Dêra Katolîk îstîsmar dihatin înkarkirin û îstîsmar dihatin veşartin an jî paraztin”.

Lêpirsîna li Spanyayê Dêra Katolîk hejand.

Welatên misilman jî di nav de, skandalên îstîsmar û destdirêjîya zayendî di van 20 salên dawî de li seranserê cîhanê rû didin û bi piranî mexdûrên vê îstîsmar û destdirêjîyê zarok in. Di Adara 2022an de, parlamentoya Spanyayê bi piraniya dengan damezrandina komîsyonek serbixwe ji hêla Saziya Ombudsman a welêt ve pejirand ku di nav Dêra Katolîk de “ronahiyê bide” îdîayên îstîsmara zayendî ya li dijî “kur û keçên bêparaztin”.

Dêra Katolîk a Spanyayê, bi salan û bi eşkere li dijî bangên lêpirsîna derket û red kir ku beşdarî lêpirsîna serbixwe bibe. Lê belê, li ser zêdebûna zextên siyasî, Dêrê di Sibata 2022-an de komisyonek taybet tayîn kir da ku rehîb û kesên têkildarî sûcdarkirinê kontrol bike. Tê payîn ku ev vekolîn di dawiya salê de biqede. Dêra Katolîk a Spanyayê ragihand ku di lêpirsîna sala 2020an de herî kêm 927 bûyerên îstîsmara zayendî hatine tespîtkirin. Dêr dibêje ku di çarçoveya têkoşîna li dijî îstîsmara zayendî de yekîneyek taybet a paraztina zarokan hatiye avakirin û rêziknameyek nû hatiye amadekirin.

Ji aliyê din ve li gor lêkolîna ku rojnameya El Paîs daye destpêkirin, tê diyarkirin ku li welat herî kêm 2 hezar û 206 mexdûr û hezar û 36 îstîsmarkar hatine tespîtkirin. Li gor rojnameyê, pispor hişyariyê didin ku ev tespît “tenê serê çiyayê qeşayê” ne.  Dema derket holê ku li welatên wek DYA, Îrlanda, Îngilîstan û Fransayê îstîsmar belav bûne, hikûmetan bi komîsyonên serbixwe ev tohmet lêkolîn kirin.

Di lêkolîna sala 2021an de li Fransayê derket holê ku ji sala 1950î û vir ve 216 hezar zarok ku piraniya wan kur in ji aliyê rayedarên dêrê ve rastî îstîsmarê hatine. Di lêkolînek din de derket holê ku li Almanyayê di navbera salên 1946-2014an de 3 hezar û 677 haletên îstîsmarê hatin tesbîtkirin, li Îrlandayê jî ji 14 hezar û 500î zêdetir zarokên ku li navendên lênêrîna Dêra Katolîk de ne rastî îstîsmarê hatine.

Îstîsmar û destdirêjîya zarokan ne tenê li dêr û îbadetxaneyên dewletên Rojava, herweha li welatên misilman û bi taybet jî di nav terîqet û cemaetên misilman de bi pêş ketiye. Yek ji wan welatan jî Tirkîye ye û di derbarê terîqet û îstîsmar û destdirêjîya zarokên temenpiçûk de roj namîne ku di çapemenîyê de nûçe dernekevin.

Back to top button