Li Colemêrgê heta 15 roja hemû cureyên çalakiyan hatin qedexe kirin. Parêzeriya Colemergê daxûyaniyek ragihand û got: Ji bo parastina hîmên cumhuriyetê, ji bo parastina yekitiya dewlet û millet, ji bo rêgirtinê li tawana û herweha ji bo parastina maf û azadiya hemwelatiya, ji bo ne belavbûna Covid -19ê ji bo pravakasyona û rûdanên civakî 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.
Li gora daxûyaniya parêzeriyê, ji 4ê Nîsanê heta 18ê Nîsanê hemû cureyên çalakiyan hatiye qedexekirin. Nabe xwepêşandan, li parka û qadan kombûn pêkwerin. Herweha ji derê dezgehên hukumî nabe di sinorê parêzeriya Colemergê de tu rewrism jî bêne li darxistin.