Lêkolînvanekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, PKK bûye darê destê neyar û dijminên Herêma Kurdistanê.
Lêkolînvanê kurd yê Rojavayê Kurdistanê, Ebdulrehman Kilo ji BasNewsê re got, serkirdeyên PKKê gelek caran dibêjin ku pêwendiyên wan bi rêjîma Sûriyê û pasdarên Îranê û Heşda Şeibî re heye û têkestî li ser parastina sînorên Tirkiyê jî dikin.
Ebdulrehman Kilo her wiha got, her gava di navbera Herêma Kurdistanê û welatekî cîran de nakokî hebin, PKK fişara xwe li Herêma Kurdistanê zêde dike, ev jî nîşan dide ku PKK bûye darê destê Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê û li dijî Herêma Kurdistanê tê bikaranîn.
Wî şirovekarî her wiha got, ji ber şerê Rûsya û Ukrayna rewşek nû derketiye pêş. Îstixbarata Rûsya bi pasdarên Îranê re stratejiyek nû danîne û pasdar jî PKK û komên din yên çekdar bo bicîhanîna wê stratejiyê erkdar dikin.
Bi gotina Ebdulrehman Kilo, fişarên PKKê li dijî PDKê nîne li dijî Herêma Kurdistanê ne. Ev jî erkek e ku pasdarên Îranê daye wê partiyê.
Bi nêrîna wî lêkolîvanê kurd, heta Îran û Amerîka û welatên rojava li ser bernameya etomî ya Tehranê li hev nekin, metirsiya bikaranîna PKK û komên din ji aliyê Îranê ve zêdetir dibe.