Polîtîk

Li Çewlikê krîza Şêx Seîd: Gruba MHPê hilweşiya

Piştî daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên der barê Şêx Seîd de 3 endamên MHP’ê yên di Meclîsa Şaredariya Çewlikê de îstifa kirin.


Gotubêjan di derbarê Şêx Seid de, piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê navê Şêx Seid li rêyek sereke kir destpêkirin.

Serokê MHPê Bahçelî di derbarş Şêx Seid de gelek gotinên nijadperestî gotin ê beûek di gotinên xwe de gotibê:

“Wesfkirin û bilêvkirina serokekî serhildanê wek leheng sebra me qut kir. ” Ev gotinên Bahçelî di nav hinek Kurdên di nava MHPê de bû sedema bertekî û wan jî li dijê MHPê helwesta xwe nîşan kirin. Endamên Meclîsa MHP’ê ya Şaredariya Çewlikê Ahmet Bukan, Ramazan Susadî û Mehmet Sayit Gunergok gotinên Bahçelî red kirin û ji endamtiya meclîsê û ji MHPê îstifa kirin. û gotin: “Şêx Seîd nirxê me ye”


Endamê Meclîsa MHP’ê Ramazan Sûsadî yê îstifa kirî, di daxuyaniya xwe de dibêje ku, Şêx Seîd rêberekî olî ye û ew wî weke nirxekî qebûl dikin û diyar kir ku piştî van gotinên Bahçelî ti wateya mayîna wî di nava partiyê de nîne û ew ê weke endamekî meclîsê bi awayekî serbixwe erka xwe bidomînin.

Endamê MHP’ê yê din Ahmet Bukan jî anî ziman ku Şêx Seîd nirxek e û destnîşan kir ku gotinên Bahçelî nayên qebûlkirin.


Koma Meclîsê ya MHP’ê hilweşiya
MHP ku di Meclîsa Şaredariya Çewlikê de 6 endamên wê hebûn, piştî îstifa 3 endaman koma xwe winda kir.


Back to top button