Polîtîk

Divê Kurd yekdenbin û Kerkûkê biparêzin

Cîgirê serokê Hukumeta Kurdistanê Qubat Talabanî, li ser çend mijarên girîng bersiva pirsên rojnemevana da. Talabanî di derbarê êrîşên Dronan li herêma Kurdistanê got: “Em hemû van êrişan şermezar dikin, çi li dijî Herêma Kurdistanê be, çi jî li dijî Îraqê be.Ev êrîş tu çareseriyekî peyda nakin û behtir dibin sedemê tevlîheviyê. Hevpeymanên me, mêvanên me ne. Divê dawîyê li van êrîşan bînin.”

Talebanî bal kişand ser wê yekê ku piştî hilbijartinên encûmenên parêzgeha Kerkûkê divê hemû aliyên Kurdistanî li hev bicivin û got:

“Divê Kurd li hev kom bibin û nehêlin li Kerkûkê zilm were kirin. Gav hatin avêtin û em dê zêdetir gavan jî bavêjin.

Wek YNK ji ber ku dengê herî zêde me wergirtin, mafê me heye ku em parêzgar diyar bikin.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê ragihandibû ku hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 25ê Sibatê neyên kirin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî destnîşan kir ku YNK ji bo hilbijartinan amade ye.

Back to top button