Civak
Di derbarê şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek nû
Endamê dewra pêncem a Rêveberiya Herêma Kurdistanê Şêrko Cevdet, diyar kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mûçeyên xwe 988 milyar dînar xwestiye û Bexda jî razî bûye ku mehane 733 milyar dînar mûçe bişîne.
Şêrko Cevdet, di daxuyaniya xwe de ji çapemeniyê re bi bîr xist ku wê pirsgirêka salane ji lêçûnên rastîn bê veqetandin û tê payîn ku îsal ji hêla Ofîsa Kontrola Darayî ya Iraqê ve bê çareser kirin.
Şêrko Cevdet got: “Ji bo di yasaya butçeyê de guhertin bên kirin û lihevkatinek nîhayî bê kirin, divê yasa ji alî Encumena Wezîran ve bê pejirandin û pêşkêşî komisyona Darayî ya Parlamentoyê bê kirin. Piştre wê têkebe jiyanê”.