4 girtiyên Kurd li ber şeniqandinê ne

Muhsin Mezlûm, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pêjman Fatihî, 4 girtiyên Kurd ji aliyê Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi îdamê hatine cezakirin û dosyaya wan ji aliyê Taya 9ê ya Dîwana Bilind ve hatiye piştrastkirin.
Li gor agahdariyên Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Muhsin Mezlûm yê temen 27 salî û xelkê Mihabedê, Mihemed Feramerzî yê temen 28 salî û xelkê Dêwulanê, Wefa Azerbar yê temen 26 salî û xelkê Bokanê û Pêjman Fatihî yê temen 28 salî û xelkê Kamiyaranê ji aliyê Taya 26 a Dadgeha Şoreş a Tehranê ve bi serperştiya dadwer Îman Efşarî bi darvekirinê hatine cezakirin û ev ceza ji aliyê Taya 9ê ya Dîwana Bilind ve bi serokatiya dadwer Qasim Mezînanî hatiye piştrastkirin.
Li gor gotina çavkaniyên Saziya Mafê Mirovî, malbatên girtiyan ji destpêka girtinê ve tu agehiyek ji zarokên xwe negirtine û tu hevdîtin an peywendiyên telefonî bi zarokên xwe re