Cîhan

Keça Kurd Roya Hîşmetî bi 75 derbên qamçiyan hat cezakirin

Keça Kurd a ji bajarê Sinê Roya Hîşmetî, ji ber rakirina laçikê, ji alî hêzên ewlekariya rejîma Îranê ve bi 75 derbeyên qamçiyan hat cezakirin.

Li gor agahdariyên Saziya Mafên Mirovî ya Hengawê, ji ber ku welatiya Kurd Roya Hîşmetî laçik nedaye serê xwe,  ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve li Tehranê bi 75 derbên qamçiyan hat cezakirin.

Roya Hîşmetî di vê derbarê de nivîsandiye, ku fermanberên Taya Birêvebirina Cezaayan ji ber rakirina laçikê gef li wê xwarine ku bi tundî derbeyên qamçiyan li wê bixin û dosyayek nû ji bo wê vekin. Navbirî di beşek din a nivîsa xwe de aniye zimên ku cihê cîbicîkirina cezayê xwe wek “êşkencexaneya serdema navîn” pênase kiriye.

Roya Hîşmetî di nivîsa xwe de gotiye ku  “Min qamçî nedihejmartin, min di bin lêvên xwe de digot, bi navê jin, bi navê azadî, cilên kolîtiyê hatine dirandin, şeva me ya tarî dibe sibêde û hemû qamçî dibine tevir”.

Back to top button