Civak
Li Çewlikê bûyera trafîqê: 2mirî û 16 birîndar
Otobusa rêwiyan a ku ji ber barîna berfê û cemedê li Çewlikê ji kontrolê derket qulibî. Di bûyerê de 2 kes mirin, 16 kes jî birîndar bûn.
Li devera gundê Kumbetê ya ser rêya Erzirom-Çewlikê otobusa rêwiyan a bi reqama 34 GC 312 a fîrmaya Cesur Bîngolê ku nasnameya şofêrê wê nehat hînbûn ji kontrolê derket û bi şev li kêleka rê wergeriya.
Li ser agahdarkirinê 112 tîmên tenduristiyê û cendirmeyan sewqî cihê qezayê kirin.
Di bûyerê de 2 kes mirin. 16 kesên birîndar piştî mudaxeleya li Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê hatin kirin.