Amerîka daxwaza hilweşandina Heşda Şeibî dike!
Kanala Sumeriye ya Iraqê daxûyakirin ku, Amerîka daxwaz ji Bexdayê kiriye Heşdî Şeibî û grubên milîs hilweşîne û hemû binke û embarên çek û çêkirina fûze û dron bên daxistin. Li hember wê Iraq jî razî bûye lê mercê wê heye û Amerîkayê jî ew merc red kiriye û tenê çar meh wek dema dawî ji bo Iraqê daniye.
Kanala Sumeriye di bernameyaka xwe de dobêje: ‘’Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengî’’ li hember niyeta Amerîkayê ya ji bo hilweşandina Heşdî Şeibî û grubên çekdar bêdeng bimîne?
Pêşkeşkarê bernameya siyasî yê kanala Sumeriye Husam Alhac bi piştgiriya zanyariyên heman kanalê dibêje: ‘’Li gor nûçeyên bidest me ketine Çarçoveya Hemahengî dixwaze bersivê bide yan jî herî kêm xwe hemaheng bike li gel guhertinên nû û pêngavan bavêje û ber bi bêçek kirina grubên çekdar ve biçe, lê ne wek wî awayê ku Amerîka dixwaze, yan li gor mercan.’’
Herwaha dibêje, tişta ku heye Amerîkî rasterast çend daxwaz ji hikûmeta Iraqê kirine û ew jî; bilez bû bê ti paşketinek grubên çekdar ên milîsên Eniya Berxwedanê bên bêçek kirin û binkeyên wan û hebûna wan a siyasî û leşkerî li ser qada Iraqê nemine.
Daxwaza din a Amerîkayiyan jî hilweşandina Heşdî Şeibî ya bi temamî ye: ‘’Çekdarên wan têkelî saziyên ewlehiyê leşkerî bên kirin.’’
Daxwaza sêyem jî çareserkirina embar û cebilxaneyên leşkeri yên Heşdî Şeibî û grubên çekdare, li gel hilweşandina kargehên çêkirina mûşek û dronan e: ‘’Amerîkiyan wêne û zanyariyên hûr derbarê hemû binke û embarên wan milîsan daye hikûmeta Iraqê ku bi rêya heyvok û esmanî ve hatine girtin û bidestanîne.’’
Li gor zanyariyên kanala Sumeriye, li hember wan daxwazên Amerîkayê, hikûmeta Iraqê piştî gotûbêjkirina rewşê li gel aliyên siyasî yên peywendîdar, bersiv daye ku; Bi awayekî destpêkî rezamendî nîşan daye, lê wisa dinirxîne ku ji bo wê mekanîzmayên hene temam nînin, Ji bo wê jî daxwaz kiriye Heşdî Şeibî wekî ku naha heye bimîne, lê desteyekî serbixwe bibe rêveberiyekî li ser Wezareta Berevaniyê. Herwaha grubên çekdar bi temamî bên bêçek kirin, lê bi mercê ew grub bi awayê siyasî bimînin û destwerdan li wan neye kirin.’’
Hikûmeta Iraqê ji Amerîkiyan re ragehandiye, yek sala temam pêwîste ji bo cîhbicîhkirina wan pêngavan û heman deme de divê li gel vekêşîna hêzên Amerîkayê ku biryare di dawiya sala bê de xwe vekêşe pêkbê. Herwaha mercekî din jî yê Iraqê ew e, divê nava heyama vê salê de axa Iraqê nebe armanca leşkeri û êrîş li ser pêkneyên û ew bersiv bi rêya Urdin û Siûdiyê ve ji Amerîkiyan re hatiye ragehandin.
Li gor kanala Sumeriye aşkera dike, Amerîkayê bilez bersiva hikûmeta Iraqê daye û pêşneyar û mercên wê red kiriye û ragehandiye ku li ser daxwazên Amerîkayê û ti garantiyekî wisa nadin ku karên leşkerî dijî Iraqê pêkneyên. Herwaha roja 30.04.2024ê wek dema herî dawî hatiye destnîşan kirin ji bo cîhbicîhkirina merc û daxwazan. Berovajî wê dê danûstanên li gel Iraqê bên kirin dê waha be; ku Iraq welateke ku ziyanê dide berjewendî û ewlehiya Amerîka û hevpeymanên wê yên li navçeyê.