Cîhan

Li Bexdayê civîna şandeya Kurdistan û Amerîkayê

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û şandeya pê re, di berdewamiya serdanan xwe ya bo Bexdayê de, roja duşemê 29.08.2016ê li Bexdayê serdana balyozxaneya Amerîkayê kir û ji aliyê Stuart Jones balyozê Amerîkayê li Îraqê hat pêşwazî kirin.Balyozê Amerîkayê li hember hevdîtina bi serokwezîrê Kurdistanê re kêfxweşiya xwe diyar kir û sipasiya wê piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê pê re kirî dema ku ew balyozê Amerîkayê li Îraqê bû kir û tekîd li ser zêdetir xurtkirina têkeliyên Kurdistan û Amerîkayê kir.Nêçîrvan Barzanî sipasiya balyozê Amerîkayê kir ji bona wan hewlên berdewamên ji bona zêdetir xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê û hêvî xwest di karê xwe yê nû de serketî be. Barzanî behsa civîn û dîdarên di navbera şandeya Herêma Kurdistanê û berpirsên hikûmeta Îraqa federal de li ser pirsên cuda hatîne encam dan kir û tekîd li ser wê yekê kir ku, hikûmeta Herêma Kurdistanê madeye hemû pirsan digel Bexdayê hevkar be û hemû pirsan bi awayekî çareser bikin ku di berjewendiya her du aliyan de be.

Back to top button